Di êrîşeke xwekuj de, çeteyan li Girê Spî zarokekî 15 salî bi kar anî

Çeteyên dewleta Tirk, di êrîşeke xwekuj li gundewarê Girê Spî de, zarokekî 15 salî bi kar anî.

Beriya 2 rojan, li gundê Kalta yê Girê Spî, zarokekî 15 salî xwe teqand.

Zarokê ku pezê xwe diçêrand, ji herêmên dagirkirî ber bi herêmên li jêr parastina QSD’ê ve hat şandin, da ku xwe biteqîne, lê berî bighêje hedefê, xwe teqand.

Piştî bûyerê, tîmeke tenduristiyê bi hevkariya Hêzên Asayîşê çûn cihê teqînê û dest bi lêkolînê kirin.

Di lêpirsînê de, diyar bû ku “zarokê bi navê Elî Îmo El-Ebid, ji bajarê Homsê ye û çeteyan ew di nav xwe de leşker kiribû.

Back to top button