Tirkiye di aloziyeke mezin re derbas dibe û hikumet jî li vê yekê mukur nayê. Ji ber negirtina tedbîrên bilez û pêwîst, tenê di 24 saetên dawî de, 125 kes mirin ku bi vê yekê jimara giştî qurbanên vîrûsê li Tirkyê, bû hezar û 643 kes.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên der barê vîrûsa Coronayê da û eşkere kir ku “jimara kesên bi vîrûsê ketine bû 74 hezar û 193 kes û di 24 saetên dawî de 125 kes mirine”.
Bi vê jimarê jî, bilançoya kesên nexweş li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bû hezar û 643 û 7 hezar û 89 kes jî baş bûne.
Hate ragihandin ku Hunermendê Kurd Kazim Buzoba jî, bi Coronayê ketiye.
Li gorî agahiyan, aniha ew û hevjîna xwe li nexweşxaneyeke Stenbolê, di bin çavdêriya pijîşkan de ne.
Parlamenterê CHP’î Beko: Niha 5 milyon û nîv kes bêkar in
Parlamenterê CHP’ê Kanî Beko, diyar kir ku “di pêvajoya heyî de, 5 milyon û nîv kes karê xwe winda kirine û nêzî 10 milyonan jî, bêkar in û hikumet mirovan ber bi xizaniyê ve dibe.”