YNK: Divê hikumeta Başûr fermana vekişîna hêzên xwe ji herêmê bide

Buroya siyasî ya YNK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hinek kes bi navê PDK’ê êrîşî YNK’ê dikin û bang li li serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku ” bilez fermana vekişandina hêzên peşmerge ji Zînî Wertê bide”. 

Duh Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê der barê aloziya Zînê Wertê û vîrûsa Coronayê de civiya.

YNK’ê got:

“Di demek de ku vîrûsa Corona hemû cîhanê girtiye, em dibînin PDKê bi awayên cuda êrîşên ne rewa li ser YNK û berpirsên wê dike”.

Destpêkê, bi girtina komek heval û malbatên şehîdan ên YNK’ê, piştî wê jî, anîna hêzeke lîwa ya Pêşmergeyan ji bo Zînî Wertê, bi bihaneya metirsiya belavbûna vîrûsê.

Em weke YNK bang li serokê Başûrê Kurdistanê dikin ku “li ser daxwaza rewa ya xelkê Zînî Wertê, bi lez fermana vekişîna hêzan ji herêmê bide”.

PDK’ê, piştî Zînê Wertê, hêza xwe li başîka û qesrê jî zêde kir

Hate zanîn ku PDK’ê ji bilî Zînî Wertê, hejmara hêzên xwe yên li deverên Babîşka û Qesrê yên herêma Soran jî zêde kirine.

Tê gotin ku di nava hêzên li Soran hatine zêdekirin, Pêşmergeyên Roj jî hene.

14’ê Nîsanê, PDK di bin çavdêriya dronên dewleta Tirk, hêzek mezin û çekên giran li herêma Zînî Wertê ya ku qada YNK bi cih kiribû.

Piştî wê jî, YNK lhêzek mezin şand heman deverê.

Di nava 3 rojên borî de, dewleta Tirk a dagirker 2 caran bi balafirên şer herêm bombebaran kir.

Ev yek jî, aniha bûye sedema aloziyek mezin di nava aliyên Kurdî de.

Êrişa li ser Zînî Wertê li Silêmaniyê hate şermezarkirin

Her wiha gelek rêxistin û saziyên Başûrê Kurdistanê bombardûmana dewleta Tirk a li Zînî Wertê û liv û tevgera pêşmergeyên PDK’ê ya li herêmê, şermezarkirin.

Aliyan li bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek hevpar dan.

Di daxuyaniye de bang li hêzên li Zînî Wertê kombûne hate kirin ku xwe ji heremê vekişînin û nebin beşek ji pîlana dagirkeriyê.

Komeleya Peşmergeyên Dêrîn: Ji Zînî Wertê vekişin

Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn (peşmergeyê kevin) ya Hewlêrê bi daxuyaniyeke bang li hêzên li Zînî Wertê hatine bicih kirin kir ku divê di demek zû de ew hêz ji heremê xwe vekişînin.

Komaleyê diyarkir ku komkirina hêzê a hemberî hev, wê tenê xizmetê dijminê kurd bike.

Back to top button