Jinan soza domandina berxwedanê nû kir

Li hember êrişên domdar li dijî jinên Pêşeng, jinên Hesekê helwesta xwe nîşan da.
Jinan diyar kir ku dewleta Tirk bi armancgirtina jinan dixwaze şoreşa jinan têk bibe.
Jinan soza domandina berxwedanê nû kir.

Welatiya bi navê Semer Xelîl a ji navçeya Til Temirê got:

Êrişên dewleta Tirk piştî hilbijartinan zêde bû..

Em jî dê li hember dagirkeriya Tirk berxwedana xwe bidomînin..

Em ê tu carî dev ji herêmên xwe bernadin.”

Welatiya ji Til Temirê ya bi navê Fetûş El Hesen jî ev bang kir:

Divê hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan van êrişan bisekinîn ..

Fetûş teqezî bi domandina berxwedanê heta rizgarkirina hemû deverên dagirkirî da.

Her wiha Ronaz Yûsif a ji heman navçeyê dibêje:

“Dewleta Tirk hewl dide xaka me dagir bike ..

Dixwaze îradeya gelên berxwedêr têk bibe.”

Ronaz tekez kir ku ewê dev ji şopa şehîdên xwe bernedin..

Back to top button