Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo
da zanîn ku şêniyên resen ê herêmê neçarî firotina milkên xwe dibin.
Heta niha li Efrînê zêdetirî 25 mêtingeh hatine avakirin.
Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo têkildarî rewşa dawî ya Efrînê axivî.
Şêxo der barê sûcên ku dagirker li Efrînê pêk tînin jî ev agahî parve kirin:
“Di 5 salên dagirkeriyê de dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 700 kes şehîd xistin,
di nava wan de zarok, kesên temenmezin û 96 jin hebûn.
Binpêkirin li dijî 90 jinan hatin kirin.
25 metîngeh hatine avakirin.”
Îbrahîm Şêxo da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide kantona Efrînê bi Lîwa Iskenderon a dagirkirî ve girê bide.
Şêxo li gorî hin çavkaniyan ev agahî parve kirin:
“Gelek simsarên biyanî erd, mal û milkên xelkê Efrînê bi pereyekî zêde dikirin.
Bi dehan rewşên bi vî rengî li gundên Kefer Sefrê û Dêwa yên Cindirêsê çêbûne
Simsar xwecihên herêmê neçar dikin ku mal û milkên xwe bifiroşin.”