Ciwan Mistefa: Tedbîrên pêwîst ji bo pêşîlêgirtina Coronayê hatine girtin

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Ciwan Mistefa diyar kir ku ji bo vîrûsa Corona derbasî herêmê nebe wan hemû tedbîrên pêwîst girtine.

Rêveberê Têkiliyên Deriyê Sêmalka Baz Ehmed jî anî ziman ku di çarçoveya Biryara Rêveberiya Xweser de, îro Deriyê Sêmalka ji çûyînê û hatinê re hatiye girtin.

 

Di demên dawiyê de li herêmên dibin kontirola hikumeta Şamê de, daneyên pêketina vîrûsa Corona zêde bûye.

Li aliyekê din jî li başûrê kurdistanê jî vîrûs heta niha ne hatiye kontrolkirin.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê ji bo vîrûs derbasî hermê nebe, tedbîrên xwe zêde kiriye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Dr. Ciwan Mistefa li ser rewşa dawî û tedbîrên girtine ji ajansa Hewarê re axivî.

Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir ku wan çavdêrî li ser nuqteyên tenduristiyê yên li deriyên sînor zêde kirine û têst ji kesên ku derbasî herêmê dibin, çêdikin.

Dr. Ciwan dazanîn ku di her rewşeke li herêmê de, wan amadekariyên xwe yên pêwist kirine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya rêveberiya xweser dawiyê bang li şêniyan kir ku tedbîrên pêwîst bigirin û da xuyakirin ku eger nexweşên vîrûsê li herêmê derkevin, wê tedbîrên girantir bigirin û qedexeya derketinê li tevahî herêmê ragihînin.

Rêveberiya Xweser deriyê Minbic û Sêmalkayê ji çûn û hatinê re girtin

Her wiha Rêveberê Têkiliyên Deriyê Sêmalka Baz Ehmed jî diyar kir ku di çarçoveya biryara Rêveberiya Xweser de îro Deriyê Sêmalka ji çûyîn û hatinê re hate girtin.

Back to top button