Hêzên Asayîşa: Divê gelê me li hember xebatên îstîxbarata Tirk hişyar bin

Hêzên Asayîşê têkildarî sîxuran bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir ku li dijî polîtîkayên MÎT’a Tirk hişyar bin û bi hêzên Asayîşê re alîkar bin.

 

Berdevkê Asayîşa herêma Firatê Kawa Hemo derbarê hewldanên îstîxbarata Tirkiyê ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya malperên civakî, pere û madeyên hişbir, ciwanan dike sîxûr û li dijî civaka wan bi kar tîne.

Hemo bang li şêniyên herêmê kir ku, hay ji ajanên îstixbarata dewleta Tirk ên li herêmê hebin û bi hêzên Asayîşê re alîkar bin da planên wan pûç bikin.

Hêzên Asayîşê, sîxurê bi navê Serdar Ebdî jî di nav de, di Hezîran û Tîrmehê de piştî şopandinê, toreyek istixbaratê li bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girt.

Ev tore, agahiyên girêdayî nuqteyên ewlehiyê digihîne îstixbarata dewleta Tirk û madeyên hişbirê di nava ciwanan de belav dike.

 

Back to top button