Kovara Jineolojî: Divê hemû jin xwedî li mîrateya nagîhan derkevin

Kovara Jineolojiyê jî, bi daxuyaniyekê bang li hemû jinan kir ku xwedî li mîrateya şehîd Nagîhanê derkevin.

Di daxuyaniya Kovarê de hat diyarkirin ku pergal bi vê qetilkirnê hewl dide berxwedana civakî bişkîne û koletiyê ferz bike û hat gotin: ” Ev êrîş, êrîşa li dijî Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê û têkoşîna wan a azadiyê ye ku di sedsala 21’an de pêşengiya şoreşa jinên cîhanê kirin.

Roj; Roja parastin û pêşxistina fikra azad û berxwedanê ye ku Nagîhan parast, hilgirt û pêş xist.

Em wekî Lijneya Jineolojiyê; di kesayeta Endama Lijneya Kovara me û endama Navenda Lêkolînên li ser Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, vê êrîşa namerdane şermezar dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî bang li hemû jinên şoreşger hat kirin ku xwedî li mîrasa Nagîhan derkevin.

Back to top button