Rojnamevan Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bê hiquqî ye divê bê rakirin

Rojnamevan Merdan Yanardag di bernameyeke televîzyonê de
tekildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nirxandin kir.
Yanardag diyar kir ku Rêber Ocalan girtiyê herî dirêj li Tirkiyê ye
û li gor qanûnên înfazê yên normal divê were berdan.

Gerînendeyê Weşana TELE 1’ê Merdan Yanardag di bernamayeke televîzyonê ya tevlibûyî de têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo axivî.

Yanardag, destnîşan kir ku di hiqûqê de tu cihê tecrîda li Abdullah Ocalan tê kirin nîne û wiha got:

“Divê em qebûl bikin ku demekî dirêj e 25 sal in bênavber di girtîgehê de ye û di bin tecrîdê de ye.

Girtiyê siyasî yê li Tirkiyê herî dirêj di girtîgehê de dimîne ye.

Niha dema em li Îmraliyê dinêrin Abdullah Ocalan 70 saliya xwe derbas kiriye.

Heke qanûnên înfazê yên normal derbasdar bin divê were berdan.

Di hiqûqê de tu cihê tecrîda li Abdullah Ocalan tê kirin nîne. Divê bê rakirin. “

Back to top button