Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F) kongreya xwe ya 10’emîn li paytext Parîsê lidar xist.
Kongra 10’emîn a (CDK-F) li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya bi tevlîbûa delegeyên ji Marsîlya, Lyon, Montpellîer, Toûloûse, Bordeaûx, Dragûîgnan û Strasboûrgê li dar ket.
Hevserokên CDK-F’yê gotina vekirina kongreyê kir û got: Em vî kongreyê diyarî Şehîd Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil dikin .
Di beşa dûyemîn de rojevên siyasî ji milê Endamê Dîwana KCDK-E’ Mûrat Ceylan ve hatin nirxandin taybet li ser mijarê tecrîd û azadiya Rêberê Apo hate sekinandin .
Murat diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê Apo divê ew berxwedanê mezin bikin û bi rengekî topyekûn li ber xwe bidin û ji bilî serketinê şensekî wan nîne.
Kongir bi hilbijartina Şahîn Polat û Xanê Akdogan ji bo Hevserokatiya CDK-F’yê bi dawî bû .