Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê panelek li dar xist

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê panelek bi dirûşma “Êl modela civaka demokratîk a azad. û rola wê di berxwedanê de” li hola meclisê ya Tebqayê li dar xist.
Bi dehan rûspî, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, tev li panelê bûn.

Endamê meclisa giştî ya partiyê Iyad El Xetîb panel bi rêve bir û behsa têgeha êlan li gorî nêrîna Rêber Apo di avakirina neteweya nîştimanî de kir.

El Xetîb diyar kir, qebîle ji hêmên bingehîn ên civaka çandiniyê ne û got: “Bi hev re çand û ziman parve dikin. Yekitiyên civakî ji bo hilberandin û parastinê pêwîst in.”

Her wiha El Xetîb, piştî nirxandina dîroka êlan, nêrîna Rêber Apo têkildarî vê mijarê wiha parve kir:

“Rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin da qebîleyan ku bi cureyeke fedraliyên kombûnên êlan bi nav kir.

Hebûna xwe li hember binpêkirinan û koletiyê bi xurtanî bi dest xist.

Ji ber pêwîstiya bi yekitiyê û berxwedanê, pergala qebîleyê derket ku teşeyeke civakê ye ya ku di aliyê leşkerî û siyasî de xwe bi lez bi rêxistin kir.

Ji xwe artêşek e, hêza siyasî, zihniyeta hevbeş û yekîneya rêxistinî, bingeha wê ye ku di xwe de çand û dîrokeke kevnar dihewîne.”

Back to top button