Li Helebê bawername li şagirtên dibistanên seretayî hatin belavkirin

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bawernameyên dawiya salê li şagirtên asta seretayî yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê belav kirin.

Ji ber erdheja 6’ê Sibatê, zirar li gelek dibistanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê bibû.

Di encamê de ji bo temamkirina perwerdeyê, pêwîst çêbû ku dewam di werza duyemîn de bê dirêjkirin.

Li gorî endamên rêveberiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya Helebê, piştî biryara Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser perwerde di 15 rojan de hat temamkirin.

Piştî bi dawîbûna ezmûnên dawiya salê, KPC-D bawername li şagirtên asta seretayî li dibistana Şehîd Qehreman Efrîn a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd belav kir.

Di şahiyê de, endama Rêveberiya Dibistanê, Lîna Fewazî Hec Xelîl axivîn û pêwîstiya hevgirtinê ji bo piştgiriya nifşan û pêşxistina perwerdeyê destnîşan kir.

Back to top button