Kujerê Hûseyin Arasan heta niha nehatiye girtin

Bi ser qetilkirina endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan re 11 roj derbaz bûne jî, lê heta niha Asayişa Silêmaniyê kesên êrişkar binçav nekirine.
Her wiha têkildarî bûyerê jî heta niha tu mijar zelal nekirine.

Di 9’ê Hezîranê de li dijî endamê Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê Huseyîn Arasan, li ber avahiya komeleya wî êrişek terorî pêkhat.

Arasan destpêkê bi giranî birîndar bû.

Lê piştî 17 saetên di bin çavdêriya hûr ya doktoran de, di berbanga sibeha 10’ê Hezîranê de tevî hemû hewldanan şehîd bû.

Tevî ku bi ser qetilkirina Huseyîn Arasan re 11 roj derbaz bûne jî, lê heta niha Asayişa Silêmaniyê kesekên êrişkar binçav nekirine û têkildarî bûyerê jî heta niha bersiva tu pirsan nedaye.

Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamya Hûseyîn Araslan şehîd bû

Back to top button