Di 10 salan de hezar û 790 Kolber li ser sînorên Rojhilat bûne qurban

Li gorî malpera Kolbernews’ê di nava 10 salên borî de li herêmên sînor ên Rojhilatê Kurdistanê hezar û 790 kolber bûne qurbanî.

Malpera Kolbernews’ê têkildarî rewşa kolberan raporek weşand.

Li gorî rapora malpera Kolbernews’ê di nava 10 salên borî de, li herêmên sînor ên Rojhilatê Kurdistanê, hezar û 790 kolber bûne qurbanî.

Ji vane 546 kolber hatine kuştin û hezar û 249 jî birîndar bûne.

Li gorî raporê, herî zêde di salên 2019 û 2022’yan kolber bûne qurbana êrişan.

Back to top button