Kalkan: Me ji derketina ji Şengalê poşman nekin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ji bo plana li ser Şengalê jî diyar kir ku divê hêzên planger, wan ji derketina ji Şengalê poşman nekin, an jî ew ê destwerdanê bikin.

Kalkan behsa peymana li ser Şengalê jî kir û hişyarî da ku:

Civakekî ku PKK’ê ji qirkirina DAIŞ’ê rizgar kirî, hûn bixwazin bikujn, hûn nabin qehreman.

Eger hûn vê yekê bikin, hûn ê jî bibin beşekî DAIŞ û siya wê.

Divê ev hêzên navborî ji derketina Şengalê me poşman nekin.

Me neçarî destwerdanê nekin.

Xweseriya Şengalê, xwerêvebirin, ne li dijî qanûnên DYE û ne jî yên Iraqê ye.

9 Cotmehê, bi pêşengtiya DYE, di navbera Tirkiye-Iraq-PDK’ê de, planeke qirêj li ser Şengalê hat gerandin, xala sereke jî, helandina xweseriya wê ye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku faşîzma AKP-MHP’ê êdî nema dimeşe, di dorpêça cîhanê de ye û niha di nava xwe de parçe parçe hildiweşe.

Kalkan di dawiyê de bang li jin û ciwanan kir ku di çarçoveya pêngava KCK’ê de, sala 2021’an bixin sala têkbirina Erdogan û Bahçelî û ji bo wê tev bigerin.

Back to top button