Berhem Salih: Xwepêşandan rewa ne, divê hikûmet gavan bavêje

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih diyar kir ku xwepêşandanên xelkê ya li dijî rewşa xirab a Başûrê Kurdistanê mafekî rewa ye û divê hikûmeta Başûr bi awayeke lezgîn gavên reforman bavêje. Tevgera Azadî jî piştgirî da daxwazên xwepêşanderan û banga bilez berdana xwepêşanderên binçavkirî kir. 

Ev hefteyeke xelkên Başûrê Kurdistanê li dijî siyasetên hikûmeta Başûr ên weke nedayîna mûçeyan, gendelî, li qadanan in.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih der barê xwepêşadanan de daxuyaniyek belav kir û ew bi yên rewa bi nav kir.

Salih got:

Em tudiya li ser xwepêşandan şermezar dikin û çênabe Asayîş li hemberî xwepêşanderan çekê bi kar bîne.

Divê hikûmeta Başûr bi awayeke lezgîn gavên reforman bavêje.

Divê ti hêz destwerdanê li karên ragihandinê nekin û hemû ragihandin bi awayeke azad karê xwe bikin.

Jixwe duh, weşana televîzyona NRT ji aliyê hikumeta Başûr ve heta hefteyekê hat girtin.

Tevgera Azadî: Divê bilez xwepêşanderên binçavkirî werin berdan

Tevgera Azadî jî bi daxuyaniyek ragihand ku ev aloziya li Başûr encamê siyaseta ne-demokratîk a şaş a hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye.

Tevgera Azdarî piştgirî da daxwazên xwepêşanderan û bikaranîna çekan li dijî wan şermezar kir.

Tevgerê sersaxî ji malbata Ako Selman û Adem Yehya re xwest û got:

“Xwîna ciwanan ji berjewendiyên kesî û partiyetî girîngtir e.

Em ji bo guhertina modela rêvebirin û derbaskirina vê rewşê, xwedî proje ne”.

Her wiha banga bilez berdana xwepêşanderên binçavkirî jî kir.

Tevgera Azadî ji xwepêşandaran jî xwest ku ji tundiyê dûr bikevin, xwe bi rêxistin bikin û ji bo jiyanek azad û demokrat têbikoşin.

Partiyên li Hewlêrê: Sedema aloziyê du îdareya Başûr e

Hizba Komunîst a Kurdistanê, Zehmetkêşanê Kurdistan û Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistanê jî li bajarê Hewlêrê li dijî astengkirina xwpêşana daxuyaniyek da

Partiyên navborî diyarkir ku sedema vê rewşa xirab jî xirabiya îdare, derqanuniya deriyên sînor û dû îdareyî ye. Divê pergala îdarê ji nûve were danîn.

Back to top button