Şandeya Belcîkî..Komeleya Qurbanên Terorê ya Navneteweyî dixwaze li herêmê bixebite

Şandeya Belcîkî ya ji 3 Kanûnê serdana gelek deverên herêmê kiriye û bi gelek rayedarên Rêvberiya Xweser re rûniştiye, dê navendeke Komeleya xwe ya Navneteweyî ya Qurbanên Terorê li herêmê vekin. Li gorî Rêveberê Komeleyê dê navenda wan her wiha bi hemû kesên pispore re têkiliyan deyne û kar bike. 

Piştî gereke dirêj a şandeya Belçîkayê li herêmê Bakur û Rojhilatê Sûrî û hevdîtinê wê li gel rayedaran.

Rêvebirê Komeleya wan a Qurbanên Terorê dixwaze li herêmê bixebite û buroya xwe li vir jî veke.

Rêvebirê Komeleya Qurbanên Terorê Philip Vanstatekiste  ku di nava şandeyê de cih digire axivî û xwesteka xwe anî ziman.

“Tişta em dixwazin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, ku em beşekî komeleya xwe li vir vekin.”

Vanstatekiste dibîne ku vekirina vî beşî li herêmê pêwîstiyek e, da dengê qurbanên çeteyên terorîst ên li Sûriyê were guhdarîkirin.

Nûnerê Belçîkî da zanîn ku komele ne siyasî ye, ji bo mirovahiyê kar dike û ji ber şêniyên wê zor û zehmetiya terorê dîtiye, dixwaze li herêmê bixebite.

Têkildarî pergala xebitîna komeleyê jî, wê komele hevkariyê bi şêniyan re jî bike, ne tenê qurbanên DAIŞ’ê, belê qurbanên şer û yên fikirên tundrew jî.

Rêvebirê Komeleya Navneteweyî ya Qurbanên Terorê Philip Vanstatekiste teqez kir ku “Komele ji bo qurbanan wê bi hemû kesên pispore re têkiliyan deyne û kar bike.”

3 Kanûnê ev şandeya Belçîlî serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir û di hevdîtinên xwe de, gelek sozên destekdayîna bi Rêveberiya Xweser e dabûn..

Back to top button