Hêrsa xwepêşanderan li Başûrê Kurdistanê ya li dijî nedana mûçe û qeyrana aborî hîna berdewam e. Di xwepêşandanên li Silêmaniyê, Şarezur, Germiyanê û Çemçemalê de, 3 ciwan hatin kuştin û 52 kes ji birîndar bûn.
Nerazîbûna li hemberî rewşa xirab û paşxistina mûçeyên karmendan li Başûrê Kurdistanê berfireh dibe û hêrsa gel bilind bûye.
Duh li navçeya Ranya ya Silêmaniyê welatî herikîn qadan û nerazîbûnên xwe anî ziman.
Li wir di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de alozî derket.
Hêzan bi bombeyên deng û gazê êrîş birin ser xwepêşanderan û nêzî 4 xwepêşanderî birîndar kirin û 20 jî binçav kirin.
Welatiyên navçeya Şarezur jî li nava bazara navçeyê dest bi xwepêşandanê kirin.
Hêzên ewlehiyê gule bi ser xwepêşanderan de berdan û 20 kes birîndar bûn.
Li parêzgeha Helebce jî, ji aliyê parêzvanên malbenda YNKê ve 3 xwepêşander hatin birîndarkirin.
Li Seyidsadiq di gulebarana parêzvanên baregeha PDKê ve 2 xwepêşander birîndar bûn.
Li bajarokê Kifrî yê Germiyanê, şênî daketin meydanan û buroya YNK’ê şewitand.
Di encama gulebarana hêzên ewlehiyê de, zarokê bi navê Ako Selman ê 17 salî hat kuştin.
Di xwepêşandana li navçeya Çemçemalê de jî zarokekî 16 salî hat kuştin û 2 kes hatin birîndarkirin.
Li Derbendîxan jî ciwanê bi navê Serbest Osman hat kuştin û 11 kes jî birîndar bûn, li Pîremegron jî 10 kes hatin birîndarkirin.
Ji bo vê rastiyê veşêrin, duh hêzên Asayîşê bi ser avahiya Televziyona NRT a li bajarê Silêmaniyê de girt û wê heta hefteyekê rawestand.
Bi ser de jî, hinek endamên wê birîndar kirin, alavên li avahiyê şikandin û hinek jî desteser kirin.