Di çarçoveya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, ji bo pirsgirêka Kurdistanê çareseriya siyasî’ azadîxwazên Binarê Qendîlê beşdarî kampanyayê bûn û ragihandin ku wek gelê Binarê Qendîlê bi hemû netew û olên xwe ve piştgiriya kampanyayê dikin û bang li raya giştî û NY’ê kirin ku ji bo bihêzkirina vê kampanyayê piştgirî bikin.
Li ser navê Encûmena Gelê Binarê Qendîlê Şêx Mihemed Nestî axivî û wiha got:
“Qendîl cihê berxwedan, cihê sedan şehîd û têkoşerane.
Her şoreş û serhildana ku çêdibe, divê li Qendîlê jî be.
Niha Qendîl bi hemû xebat û keda xwe bi hemû xweşî û nexweşiyan li her çar beşên Kurdistanê li gel gelê xweye.
Em jî wek gelê Binarê Qendîlê bi hemû netew û olên ku li Binarê Qendîlê jiyan dikin, piştgiriya kampanyayê dikin.
Li vir bang li raya giştî ya cîhanê û Neteweyên yekbûyî dikin ku ji bo bihêzkirina kampanyayê piştgiriya kampanyayê bikin.
18’ê Mijdarê li Bakurê Kurdistanê dijî tecrîdê wê meşa azadiyê pêk bê