Bi wesîleya salvegera hatina Rêber Abdullah Ocalan li Îtalyayê li Parlementoya Îtalyayê bi sernavê “Li Tirkiyeyê Mafên Siyasî û Doza Abdullah Ocalan” civîna çapemeniyê hat lidarxistin.
Civîn bi tevlîbûna Senator Tîno Magnî, parlementerê berê Gîovannî Russo Spena, Karîkaturîst Zerocalcare, ji Ofîsa Enformasyon a Kurdistanê Yilmaz Orkan û serokê Partiya Kesan Angelo Bonellî pêk hat.
Senator Tîno Magnî bang li hikûmeta Îtalyayê kir ku ji bo şikandina tecrîda li dijî
Rêber Abdullah Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.
Piştre li ser navê Komîteya “Dem hatiye- Ji Abdullah Ocalan re Azadî” parlementerê berê Gîovannî Russo Spena behsa xebatên komîteyê yên heta îro kir.
Ji Ofîsa Enformanyon a Kurdistanê ya li Îtalyayê Yilmaz Orkan jî, pêşniyar kir ku yekane aktorê ku Rêber Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê pêvajoyek nû ya aşitiyê muzakare bike ye.
Orkan got ; ”Divê civaka navneteweyî fem bike ku îdeolojiya ku xwe disperê fikrên Abdullah Ocalan û gelê Kurd pêktîne ji bo Rojhilata Navîn çareseriyek aşitiyane pêşniyar dike.”
Encûmena gelê Binarê Qendîlê beşdarî kampanya azadî ji Rêber Apo re bû