Ji ber dorpêçê ji sedî 40 kargehên Şêxmeqsud û Eşrefiyê hatine girtin

Hikûmeta Şamê 6 sal in ambargoyê li ser koçberên Efrînê yên kantona Şehba û Efrînê dimeşîne.
Ji ber ambargoyê di serî de pêdîviyên jiyanî, derman û sotemenî nahêlin derbasî van herêman bibin.
Her ku diçe rewş giran dibe û li hemberî wê jî bertek zêde dibin.

Hikûmeta Şamê 6 sal in ambargoyê li ser niştecihên Efrînê yên li Katona Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi cihbûne dimeşîne.

Pêdîviyên jiyanî, derman û sotemenî nahêlin derbasî van herêman bibin.

Dorpêça bûye sedema rawestandina nêzî ji sedî 40’ê kargehên pîşesaziyê.

Ji bilî ziyanên mezin ên li ser bazirganiyê, dorpêç bûye sedema zêdebûna bêkariyê jî..

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê gelek kargehên çêkirina cil û batariyan rawestiyan.

Rêveberekî Sendîkaya Karkeran têkildarî bandora dorpêçê li ser herêmên navborî got:

“Qutbûna kehrebeyê bû sedema rawestandina ji sedî 40’ê kargehên li van herêman.

Werşeyên (atolye) dirûtinê yên mayî jî, bi kapasîteya tam naxebitin.

Ji ber ku mazot jî bihaye ev jî mesrefê zêde dike.

Di encamê de xwediyên wan werşeyan ji bo ku zirarê nekin, saetên xebitandinê kêm dikin.”

Ji rêveberên saziyên civaka sivîl ên bajarê Helebê Kamîran Zaza jî derbarê dorpêçê de ev agahî da:

“Hikumeta Şamê rê li ber derbasbûna mertalên sereke batariyan digire.

Ev jî bû sedema rawestandina çend kargehên çêkirina batariyan li her du taxan.”

“Hikumeta Şamê kujerê zarokane”

Berdevkê Komîteya Tenduristiyê a Kobanê Eledîn Kino Eto jî têkildarî ambargoyê û rewşa gel axivî.

Kino Eto anî ziman ku hikumeta Şamê bi eşkereyî hemû peymanên mafên mirovan binpê dike û wiha got:

“Gelê me yên li kampê di vê sermayê de bê derman, bê pêdiviyên jiyanî ye.

Ji ber tunebûna dermanan ji sedî 80 nexweşxaneyên Şehbayê xizmetê derketin.

Ji ber ambargoya hikumeta Şamê zarok jiyana xwe ji dest didin.

Hikûmeta Şamê kujerê zarokan e. Gelo ev pêkanîna dermirovahî di kîjan qanûnê de heye?”

“Ji serketinê wêdetir rêyeke din nemaye”

Kino Eto herî dawî ev bang li her kesî kir:

“Em bang li tevahî kesên peywendîdar dikin ku divê êdî li hemberî vê ambargoyê serî hildin.

Êdî li pêşiya me ji serketinê wêdetir tu rêyeke din nemaye.”

Heleb-Ji ber dorpêça hikûmeta Şamê beşên tenduristî ji xizmetê derketin

Back to top button