Rûsya: Li Idlibê 50 çekdar hatin kuştin û ji Rejîmê jî 24 kuştî hene

Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ku di şerê navbera rejîma Sûrî û çeteyên dewleta Tirk ê li Idlibê de 50 çete hatin kuştin û di encam êrîşên çeteyan de 24 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyê Yûrî Borînkov di kongreyeke çapemeniyê de ragihand ku rejîma Sûrî li Idlibê êrîşên çeteyên dewleta Tirk tê birin.

Di encamê de 50 çete hatin kuştin û 7 erebeyên çekên giran li ser wan hatin rûxandin.

Navendê diyar kir ku duh jî li Lazqiyê, Heleb, Idlib û Hemayê 24 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Her wiha Serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyê destnîşan kir ku îro çeteyan bi balafirên bêmirov êrîşî herêma Akademiya Esed li Helebê kir.

Di encamê de 2 leşkerên rejîmê hatin kuştin û 4 birîndar bûn.

ŞERÊ LI SÛRIYÊ
RÛSYA: LI HELEBÊ 28 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DA

Têkilarî êrîşên çeteyan ên ji 14 vê mehê ve li ser Helebê jî Yûrî Borînkov da zanîn ku di encamê wan de 28 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 56 birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button