Li Iraqê ..Tê gotin ku hejmarek xwepêşander hatin kuştin

Li paytexta Iraqê Bexda, îro xwepêşandan hatin lidarxistin.Hat ragihand ku di xwepêşandan de hejmarek xwepêşander hatin kuştijn.

Li gorî dezgehên ragihandinê, îro li navenda Bexdayê xwepêşandan destpê kirin.

Li gorî agahiyan li ser pira El-Sink ku nêzî qada Tehrîrê ye, pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê yên Iraqê pêk hatin.

Ev pevçûn li nêzî bendên kontrolê ku hêzên ewlehiyê danînbûn, pêk hatin.

Li gorî dezgehên ragihandinê, hêzên ewlehiyê gule berdan xwepêşanderan, di ecamê de hejmarek ji xwepêşaderan hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button