Amerîka ceza li ser fermandarekî pasdarên Îranê feriz dike

Piştî gefên Îranê yên ku wê şer li derveyî Îranê pêk bînin, Nûnerê Amerîkî ji bo karûbarên Îranê destnîşna kir ku gefên Îranê wê Îran bi tenê bi hêla.

Nûnerê Amerîkayê ji bo karûbarên Îranê, Brian Hook, di axaftineke xwe ji çapemeniyê re ragihand ku hin ceza li ser fermanderekî Pasdarên Îranê yê bi navê Hesen Şehrebûr feriz kiriye.

Brian Hook da zanîn ku ev ceza, di çareçoveya binpêkirinên ku Hesen Şehrebûr li dijî xwepêşanderên Îranê pêk anîne, tê.

Têkildarî hevpeymana nuklerî jî Hook got:

Piştî ku Îran hevpeymana nuklerî 5 caran binpê kir, êdî tiştek di vê hevpeymanê de nemaye ji bo em parastina wê bikin.

Nûnerê Amerîkî ji bo karûbarên Îranê, destnîşan kir ku cezayên Amerîkî bandoreke mezin li ser aboriya Îranê dike û wê ev ceza bidomin.

Îro jî Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo ragihand ku wê cezayan li ser şirketên Çînê ku têkiliyên wan bi Îranê re hene, feriz bikin.

Leave a Reply

Back to top button