Li Girê Spî cenazeyê ciwanekî hat dîtin

Li başûrê Girê Spî ya dagirkirî, cenazeyê ciwanekî ku şopên îşkenceyê li ser hebûn, hat dîtin.

Li gorî Ajansa ANHA, şêniyên gundê El-Boz vê sibehê li derdora gund cenazeyê ciwanekî ku şopên îşkenceyê li ser laşê wî xuya dikir, dîtin.

Cenaze bi riya nasnameya di berîka wî de, hate naskirin.

Navê wê kesî Mihyar El-Uwêd e û ji bajarê Hemayê yê Sûriyê ye.

Gor agahiyan, Ciwanê navborî zêdetirî 8 mehan bû, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatibû revandin û li cem çeteyan girtîbû.

Dewleta Tirk zarokek dersînorî Girê Spî kir

Back to top button