“Divê her kes 23’ê Kanûnê li Parîsê dakevin qadan”

Hevberdevkê Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bang li kurdistaniyên li Ewropayê kirin ku beşdarî çalkiyên 23’ê Kanûnê ku li dijî komkujiya parîsê ya dume were lidarxistin bibin.

Evîn Goyî ku li dijî DAÎŞ’ê şer kir, hunermendê Kurd Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdûrahman Kizil jî 23’ê Kanûna 2022’an li paytexta Fransa Parîsê hate Şehîd xistin.

Ji bo şermezarkirina vê komkujiyê wê di 23’ê Kanûnê û 6’ê Çileyê de li Parîsê çalakî bêne lidarxistin.

Hevberdevkê Dîwana (KCDK-E) Mûrat Ceylan û Nûnera Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) Zozan Serhat bang li Kurdan û dostên wan kir ku li her devera lê dimînin li ber vê komkujiyê rabin.

Her wiha Nûnera Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê helwesta hikûmeta Fransayê ya li dijî tecrîdê jî rexnekir û ev tişt anî ziman:

“Hûn dikarin me qetil bikin, lê belê em ê ji bîr nekin.

Dibe ku hûn kujerên me nedarizînin, lê belê em ê we darizînin.

Em ê hesabê hevalên xwe yên hatin qetilkirin, hesabê jinên Kurd ên hatin qetilkirin ji we bipirsin.

Salvegera komkujiya 2’emîn a Parîsê

Back to top button