Selma Benkhelîfa: Divê Rêber Abdullah Ocalan bê berdan

Parêzer Selma Benkhelîfa ya Belçîkayî bêdengiya CPT ya li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo rexnekir.

13’ê Îlonê ji 22 welatên Ewropayê 350 parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyê da.

Yek ji wan parêzeran Selma Benkhelîfa ya Belçîkayî derbarê mijarê de ji ANF’ê re axivî û ev tişt anî ziman:

”Armanca me rakirina tecrîda li ser Rêberê Abdullah Ocalan e, dîtina wî wek “terorîst” bê wate ye.

Bi milyonan kes, wî qehreman dibînin û wek rêberê xwe dibînin. Divê êdî were berdan.

Selma bêdengiya CPT ya li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo rexne kir û got:

“CPT’yê ragihandibû ku tecrîdkirina Abdullah Ocalan êşkence ye. Ji bo wê jî divê bi berpirsyariya xwe rabe.”

Back to top button