Êrîşên li hemberî Mexmûrê, li bajarê London ê Îngilistanê û bajarê Den Hag ê Hollandayê hat şermezarkirin.
Pêkhateyên Meclisa Gelê Kurd a Londonê, hewila girtina dorpêça li dijî Mexmûrê şermzarkirin.
Ji Meclisa Gelê Kurd Ercan Akbal ku li cihê çalakiyê daxuyanî da û got:
”Emerîka û hêzên herêmî ku dengê xwe ji van êrîşên nemirovî re nakin.
Ji ber planên wan ên emperyal e.
Lê Kurd xwe tu car nadin dest.
Baş pê dizanin û divê demildest dev ji van hewildanan ber bidin.”
Rojhat Heval ku li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Brîtanyayê axivî.
Rojhat Heval tekez kir ku bila her kes baş bizanin ku Kurd li ber êrîşên wan serê xwe xwar nakin.
Şivan Heval jî li ser navê KCDK-Başûr axivî û hewila girtina dorê li Mexmûrê bi tundî şermezar kir.
Li Den Haga Hollandayê jî daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
Emîne Cizîrî ku daxuyanî xwend, bang li hêzên navneteweyî kir û got:
”Bi têlan hûn nikarin vîna me ji xwe re bikin dîl.”
Artêşa Iraqê carek din ji bo têlkirina Mexmûrê kete nava tevgerê