Şêniyên Helebê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got:
“Fikrê Rêber Apo rêya azadiyê nîşanî me da.”
Endamên meclisa Taxa Şehîd Cengîz a taxa Eşrefiyê tecrîd bi tundî şermezar kir ..
Endamê Komîngeha Şehîd Rênas Hemîd Nasir li ser mijarê wiha got:
“Ji 2 salan ve me tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan wernegirtine û tecrîd giran dibe.
Ji ber ku dewletên kapîtalîst naxwazin fikrên wî bigihêjin gel.”
Li aliyekî din jî endama Komîngeha Şehîd Aydin Şêrîna Ebdo ev tişt anî ziman:
“Rêber Abdullah Ocalan ji me re rêya azadiyê ronî kir û ronahî nîşanî me da.
Ji lew re em dest girêdayî namînin û em ê azadiya rêberê xwe ya fîzîkî pêk bînin.”
Her wiha gerînendeyê xizmetguzariyan a meclisa Taxê Zekeriya Hisên jî got:
“Bi vê tecrîdê dixwazin gel bixin bin nîrê xwe. Ji lew re gel ji Rêber Abdullah Ocalan bi dûr dixin.
Bêyî azadiya fîzîkî ya rêberê me em azad nabin.”