“Dem dema azadiya Rêber Apo ye”

Xelkê taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo azadiya fîzîkî a rêber Apo meşiyan û gotin: “Dem dema azadiya Rêber Apo ye”

Bi sedan endamên saziyên sivîl, partî û şêniyên taxa Şêxmeqsûd ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan.

Beşdarên ku tevlî çalakiyê bûn wêneyên rêber Apoû pankartên “Dem dema azadiyê Rêber Apo ye” hildan.

Xwepêşandana heta qada Cibênat a li rojhilatê taxê berdewam kir.

Li qadê, endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Nadiye Yusif axivî û got:

“Bi tevkariya dewletên mezin, dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li Serok ferz dike, tenê ji bo ku vîna wî bişikîne û fikrê wî yê di nav civakan de belav bûye, tune bike.

Lê Serok Apo li hember wan gav paş de navêje, berxwedana xwe didomîne ta ku gelê xwe azad bike.”

Nadiye diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ew ê li kolanan bin û çalakiyan bidomînin.

Back to top button