Artêşa Iraqê carek din ji bo têlkirina Mexmûrê kete nava tevgerê

Artêşa Iraqê îro danê piştî nîvro carek din ji bo dorpêçkirina Mexmûrê bi hêjmareke zêde çek û wesayîtên zirxî ketiye nava tevgerê.

Artşa Iraqê îro careke din ji bo dorpêçkirina Mexmûrê keriye nava tevgerê.

Lê berxwedana xelkê Mexmûrê ya dijî vê dorpêçê, bê navber dewam dike.

Artêşa Iraqê hewl dide bi çek û wesayîtên zirxî di aliyê semta Şehîd Robar de li derdora bîrên ku ava wargehê jê tê, dorpêç bikin.

Weke di dîmenan de jî xuya dike hêjmareke zêde a hêzên Iraqê ji bo dorpêçkirina Mexmûrê di nava tevgerê de ne.

Xelkê Mexmûrê jî li hemberî vê yekê derketine û nerazîbûn nîşan didin.

Berxwedana şêniyên wargeha Mexmûrê di roja 8’an de ye

Back to top button