Şehîdê QSD’ê Reşo Dêrik bi merasîmekê hat oxirkirin

Şêniyên bajarê Dêrikê Cenazeyê şervanê QSD’ê Raman Mazûl (Reşo Dêrik) yên ku di encama qezaya trafîkê de şehîd bûbû, li goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên wê piştî wergirtina cenazeyê şehîd Raman Mazûl (Reşo Dêrik) ji nexweşxaneya Dêrikê berê xwe dan goristana Şehîd Xebat Dêrikê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê hêzên leşkerî, Malbatên Şehîdan û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Raman bi diruşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.

Back to top button