Cejna Çarşema Sor li Şengalê bi şahiyekê hat pîrozkirin

Duh ji bo Şengalê rojek germ û kelecanî bû. Çarşema Serê Salê ya Feqîran bû. Li Zerdeşta Şengalê ev Cejn bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Cejna Çarşema Sor ji bo civaka Êzidî cejna herî naskirî ye.

Bi wê boneyê bi sedan Şengalî berê xwe dan Serdeştê û tevlî pîrozahiyê bûn.

Di şahiyê de hunermendekî Şengalê berhemên xwe pêşkêş kir.

Şengaliyan rojek li gora coş û rihê biharê jiyan kirin.

Di şahiyê de govend hate gerandin.

Li gorî baweriya Êzidiyan di vê mehê de cîhan hatiye avakirin.

Bi wê boneyê vê rojê hêk têne kelandin û bi reng û reng tên boyax kirin.

Îsal Çarşema Serê Nîsanê ya Feqîran wek 6’ê Nîsanê hatîbû diyar kirin û Çarşema Serê Salê ya li gorî Babê Şêx mîladî bûye wek 20’ê Nîsanê hatiye eşkere kirin.

Back to top button