Xazî Feysel: PDK’ê pêşengtiyê ji artêşa Tirk re dike

Fermandarê Xwebexş ê Pêşmergeyan Xazî Feysel li dijî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re derket.
Xazî Feysel dibêje: “PDK’ê li nava xaka Başûr pêşengtiyê ji artêşa Tirk re dike.” 

Pêşmerge Xazî Feysel balkişand li ser planên PDK’ê û dewleta Tirk ên li dijî gerîla û siyaseta PDK’ê bi tundî rexne kir.

Feysel dibêje:

“Ev siyaseta PDK’ê sedema xerabûna Başûrê Kurdistanê ye.

Eger PDK vê siyasetê bidomîne wê rewş xirabitir bibe.”

Fermandarê Xwebexş ê Pêşmergeyan Xazî Feysel piştrast kir ku PDK’ê li nava xaka Başûrê Kurdistanê pêşengtiyê ji artêşa Tirk re dike.

Û dawiyê got:

”Pêwîst e hêzên Kurdistanê di nava xwe de yek bin û di warê mijarên neteweyî de yekgirtî bin.”

Back to top button