Dewleta dagirker li Wanê 11 dayîkên jor 65 salî binçavkir

Dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê operasyonê xwe yên qirkirina siyasî didomîne. Dewleta dagirker di nav 2 rojan de 24 kes binçvkir.

Dewleta Tirk a dagirker li Bajarê Wanê ê Bakurê Kurdistanê vê sibê li ser gelek malan de girt.

11 Dayikên aştiyê ku piraniya ji wan temenê wan jor 65 saliye binçavkir.

Doh jî dewleta dagirker dîsa wanê 13 kesên ku endamê Komeleya Gel a Azad a Wanêne, xebatên xwe li Wanê dimeşînin, binçavkiriye. Ew jî hîn di bin çavdane.

AKP malên sersaxiyê kirine buroyên hilbijartinê

Ji aliyeke din ve partiya faşîst a Erdogan AKP, li bajarê Wanê ji nihave ji lîstikên cûda dixwaze ji bo hilbijatinan gel bixapîne.

Hate ragihandin ku Partiya Erdogan AKP, li Wanê û navçê wî bi rêka noker, keya û qeyûman ve malên sersaxiyên gel xistiye cihê hilbijartinê û civînan.

Li gorî agahiyan, keyayên hin taxan bi hincetên cuda bang li mirovan dikin, dema mirov tên malên sersaxiyê li rêveberên AKP’ê rast tên û propaganda AKP’ê li wan tê kirin.

Back to top button