Di çarçoveya girtina tedbîrên xweparastina ji vîrûsa coronayê de, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê, wê 2 dibistanan veke.
Li gorî komîteyê zêdeyî 15 hezar û 500 xwendekar hene û wê 12 dibistan li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd bikevin xizmetê.
Komîteyê 2 dibistanên nû vekirin da ku hejmara xwendekaran di refê de kêm bibe.
Komîteyê dest bi çaksazkirina herdu dibistanan kiriye û wê beriya destpêkirina sala xwendinê ya nû bi dawî bibin.
Wekî din jî, wê kadroyên bijîşkî rewşa xwendekaran ji nêz ve bişopînin û alîkariya tenduristî pêşkêşî wan bikin.