Ciwanên Kurd bi daxwaza azadiya Rêber APo li Parlamentoya Ewropayê çalakiyek lidar xistin û piştî çalakiyê daxuyanî dan.
Endamên tevgerên ciwanan TCŞ û TêkoJIN li bajarê Strasbourg ê Fransayê, ji bo azadiya Rêber Apo li Parlamenta Ewropayê çalakî lidar xistin.
Ciwan bi posterên Rêber Apo û alên PKK’ê ketin hundirê avahiya parlamento û li gel astengiyan jî çalakî dewam kirin.
Rêxistinên ciwanan têkildarî çalakiyê daxuyanî dan û gotin:
“Rêber Apo 25 sal in di nava sîstema êşkenceyê de dîl tê girtin.
Ev yek li dijî tevahiya gelê Kurd e.
Lê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) çav lê vê yekê digre.
Parlamentoya Ewrûpayê jî bêdeng e.”
Ciwanan gotin, heta azadiya fîzîkî ya rêber Apo misoger nebe, wê çalakî li dar bin.


