Berxwedana şêniyên wargeha Mexmûrê di roja 8’an de ye

Xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê 8 rojin bê navber dijî hemû êriş û hewldanên artêşa Iraqê yên ji bo dorpêçkirinê li ber xwe didin. Dîmenên dema leşkerên Iraqê raste rast gule diberdin xelkê wargehê derket hol, Li aliyê din hêzên Iraqê serdana şandeye Îtalî a ji bo Mexmûrê asteng kir.

Berxwedaniya Şêniyên Wargeha Mexmûrê hefteyek li pey xwe hişt

Tevî hemû hevdîtinan û sozên rayedarên Iraqê, eskerên Iraqê hewl didin derdora wargehê xendekan bikolin, têl bikin û kuleyan danin.

Lê berxwedana xelkê Mexmûrê ya dijî vê dorpêçê, bê navber dewam dike.

Iraqê rê neda şandeya Îtalî serdana wargeha Mexmûrê bike

Li aliyê din jî şandeye Îtalî ku dixwest di çarçoveya alîkarî-dayîna ji bo jin û zarokan, taybet jî ji bo beşa tenduristiyê ya wargeh penaberan serdana Mexmûrê bike, ji aliyê Iraqê ve hate astengkirin.

Şande li seytereyê rastî muameleya xirab hat.

Gorî agahiyan şande li seytereya Hacî Elî ya ser bi navçeya Geyare ya ser bi Musilê hatin rawestandin û demek dirêj li wir hatin seknandin.

Ji bo wargeha Mexmûrê bi nûnerê ÛNHCR’ê civiyan

Back to top button