Dîmenên gule barandina leşkerên Iraqê derket holê

Xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê 8 rojin bê navber dijî hemû êriş û hewldanên artêşa Iraqê yên ji bo dorpêçkirinê li ber xwe didin.
Dîmenên dema leşkerên Iraqê raste rast gule diberdin xelkê wargehê derket holê

Berxwedaniya Şêniyên Wargeha Mexmûrê hefteyek li pey xwe hişt

Tevî hemû hevdîtinan û sozên rayedarên Iraqê dane jî, leşkerên Iraqê hewl didin derdora wargehê xendekan bikolin, têl bikin û kuleyan danin.

Lê berxwedana xelkê Mexmûrê ya dijî vê dorpêçê, bê navber dewam dike.

Lê leşkerên Iraqê raste rast gule berdan xelkê berxwedêr û di encamê de ciwanek birîndar bû. Dîmenên dema leşkerên Iraqê gule di berdin xelkê wargehê derket holê.

Di wan dîmenan de jî diyar dibe ku leşker rast rast gule di berdin xelkê wargehê.

Di kêliya dawî de jî ciwanek bi guleyê birîndar dibe û dikeve erdê.

Tevî hemû delîlan jî Şaneya Ewlekariyê ya Iraqê ragihandibû ku hêzên wan êrişî xelkê penaber nekirine.

lê di van dîmenan de hemû rastî derdikeve holê û bi awayek berçav tê dîtin ku leşker gule berdin penaberan.

“Em ê canê xwe di oxira xelkê Mexmûrê de bidin”

Ji aliyeke din serdanê piştgiriyê jî ji bo şêniyên wargeha mexmûrê didomin.

Şandeyek ya navçeya Mexmûrê serdana çalakvanên Wargeha Mexmûrê kir.

Li ser navê şandeyê Ebe Mexmûrî axivî.

Ebe Mexmûrî diyar kir ku em heta dawiyê piştgiriya berxwdana xelkê Wargehê dikin..

Xelkên wargehê me li heber DAIŞ’ê parastin û em bi saya wan îro li virin.

25 salin em û xelkê Wargeha Mexmûrê bûne weke malbatekê

Mexmûrî diyar kir ku Iraq dixwaze plana dewletan bixe meriyetê.

Iraqê bi Tirkiyeyê re tifaqek bi Tirkiyeyê re çêkiriye.

Iraq ne tenê xelkê Wargeha Mexmûrê, hemû Kurdan di berdêla avê de difiroşe.”

Ebe Mexmûrî tekez kir ku divê hemû partiyên Kurd li berxwedana xelkê Mexmûrê xwedî derbikevin.

Li bajarê Bern û Aargaû dorpêça li ser wargeha mexmûrê hate şermezarkirin

Back to top button