Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Hêz û hêviyê me heye

Ji hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn re rojekî maye. Heya vê kêliyê jî xebatên hilbijartinê didomin.
Ji bo rejima qirker, nijadperest a Erdogan têk biçe, bangawaziya çûyîna sindoqan hate kirin.

Ji hilbijartina Serokkomariyê ya Tirkiyê re rojek maye.

Partiya Çepên Kesk di nav xebateke mezin de ye ku rejima faşîst Erdogan têk bibin.

Parlementera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît têkîldarî xebatên hilbijartinê wiha got:

“Em bi Partiya Çepên Kesk, DBP, HDP û pêkhateyên xwe yên din re xebatên hilbijartinê didomînin.

Em di 28’ê Gulanê de di navbera du kesan de tercîh nakin. Em di navbera rejîmê de hilbijartinê bikin.

Divê hilbijêrên me yên ku di tûra ewil de neçûne ser sindoqan, biçin ser sindoqan û erka xwe ya dîrokî pêk bînin.”

Medenî Ozer: Li hemberî diziyên ku li hilbijartinan tên kirin, baldar bin

Hevşaredarê Artemêtan a Wanê Medenî Ozer jî wiha got:

“Her kesê ku dengê xwe dide, divê dengê xwe biparêzin. Li hemberî diziyên ku di hilbijartinê de tên kirin, baldar bibin.”

Hemîd Ûrmiyê: Bi dengekî gelek tişt tên guhertin

Hunermendên Kurd Hemîd Ûrmiye û Hozan Kawa bal kişandin ser girîngiya hilbijartina serokkomariyê û anîn ziman ku divê bi taybet ciwan biçin ser sindoqan û pêşengtiyê jê re bikin.

Hunermend Hemîd Ûrmiye wiha got:

“Bi dengekî dibe ev pergala faşîst têk biçe. Her kes divê ji bo têkbirina desthilata faşîst a Erdogan dengê xwe bide.”

Hunermend Hozan Kawa jî bang li her kesê kir ku ji bo pirsgirêkên civakî siyasî, aborî çareser bibin dengê xwe bidin.

Rêxistina YSP û HDP a Amedê bi rojnamevanan re civiyan

Back to top button