Dewleta Tirk a dagirker gundên Kobanê, Til Temir Şêrawa, Şehba, û Eyn Îsayê topbaran kirin.
Dewleta dagirker doh careke din gundên Carixlî, Zormixar, Şiyûx Cêşan, Koran û Mers-mêl ên Kobanê topbaran kir.
Dîsa gundê artêşa dagirker gundê Tawîla, Til Leben û Gozeliyê ê navçeya Til Temirê jî topbaran kir
Dewleta Tirk a doh gundê Semoqa yê Şehbayê jî kir armanc û di encam de endamekî hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.
Balafireke dewleta Tirk a dagirker navbera gundên Aqîbe û Bênê yên navçeya Şêrawa jî bombebaran kir.
Ji ber bombebaranê ziyanên madî çêbûn.
Her wiha dagirkeran Kampa Eyn Îsa, Gundê Xalidiyê û rêya M4 yê navçeya Eyn Îsa jî topbaran kirin.