Bi hezaran kes li dijî êriş û dagirkeriyê li Kobanê daketin qadan

Li Rojava jî çalakiyên gel ên li dijî êrişên dewleta Tirk didomin. Li Kobanê meşek girseyî li dijî êrişan hate lidarxistin. Çalakîya kon jî bi dawî û bang li ciwanan hate kirin ku li dijî êriş û dagirkeriyê serferber bibin.

Hêrsa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk, hevkariya PDK’ê bi dijmin re û tecrîda giran a li ser rêber OcAlan bi çalakiyan dewam dike.

Îro bi hezaran welatiyên Kobanê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Meş ji Qada Jina Azad destpê kir û li Qada Şehîd Egîd veguherî mêtingê.

Di mêtingê de hevserokê PYD’ê Enwer Muslim axivî û diyar kir ku xala bingehîn ji bo têkbirina van êrişan hevgirtina pêkhateyên herêmê ye û wiha got: Welatiyên Kobanê jî teqez kirin dê her li pişta hêzên xwe bin û rê nedin êrişên dagirkeran.

Çalakiya konvedanê ya li Kobanê bi daxuyaniyekê bi dawî bû

Li aliyê din konê çalakiyê yê ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatibû dest pê kirin bi daxuyaniyekê bidawî bû.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ji ber ku dewleta Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê têk diçe, li Rojava dest bi êrişan kiriye.

Her wiha Hate gotin: “Dewleta Tirk wê bi van êrişan nikaribe vîna ciwan û jinên ciwan bişkîne.

Wê sala 50’emîn a berxwedanê bibe sala têkbirina dagirkerî û hevkarên bi dijminan re.”

Di dawiyê daxuyaniyê de bang li tevayî ciwanan hate kirin ku seferber bibin û tevlî meşa 29’ê mehê ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûrî bibin .

Back to top button