Ji derveyî welat bangên ji bo azadiya Rêber Apo zêde dibin .
Vê carê Dîrektorê Sekreteriya Neteweyî a Brezîlyayê Matheus Crespo got:
“Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi biryar in.”
Matheus Crespo ji bo tecrîda li dijî Rêber Apo nêrînên xwe anî ziman û ev got:
“Tirkiye bi rêk û pêk zilmê li mirovên xwe dike, êrîşî azadiya rêxistinbûnê dike.
Li hemberî van kiryarên li Tirkiyeyê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan û parastina wî, ji bo me pêwîstiyeke. ”
Crespo da zanîn ku ji aliyê hiqûqî, mirovî û siyasî ve ragirtina wî neqanûnî ye û nayê qebûlkirin.
Crezpo destnîşan kir ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo wan esas e û wiha dewam kir:
Heta ku Abdullah Ocalan girtî be demokrasî nayê Tirkiyeyê. Em hemû Abdullah Ocalan in.
Serkatina Kurdan serketina gelên bindest hemûyan e.”
“Rakirina tecrîda li dijî birêz Abdullah Ocalan yek ji daxwazên me ye”



