Ciwanên Şoreşger: Armanca me azadiya Rêber Apo ye

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê dibêjin:
“Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kilîta çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê ye.”

Ciwanê bi navê Hisên Bekarî anî ziman ku armanca me a sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û got:

“Em ê bi rêya çalakiyan belavkirina fikr û felsefeya Rêber Apo berdewam bikin.”

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şaxê Minbicê, Fuad El Milhim jî dibêje:

“Kilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanê di destê Rêber Apo de ye.

Bêyî azadiya wî ya fîzîkî aştî û ewlehî pêk nayê.”

Ciwanê bi navê Xalid El Elî jî destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya gelên herêmê ye.

Li gelek deverên herêmê daxwaza azadiya Rêber Apo hate kirin

Back to top button