25’ê Cotmehê salevegera 31`an a çalakiya fedayî ya şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş e) e.
Bêrîtan piştî berxwedaneke mezin ji bo nekeve destê xayînên kurd ên PDK`ê, xwe ji zinarekî avêt.
Dayikên gerîlayên HPG′ê yên şehîd ên ji Helebê şehîd Bêrîtan bi bîr anî û xiyaneta PDK′ê şermezar kir.
Dayika şehîd Akif (Welîd Reşo) Fatme Xelo anî ziman ku şehîd Bêrîtan di fedaîtiyê de bû mînak û got:
“Keç û xortên Kurdan bi Bêrîtanan rabûn ser xwe û ji bo welatê xwe xebat dan meşandin.”
Dayika şehîd Honar (Mihemed Memo Hecî) Xedîce Ico jî dibêje:
Çalakiya şehîd Bêrîtan xiyaneta rêveberên PDK`ê û hevkariya wan a bi dewleta Tirk re aşkera kirin.”
Dayika her du şehîdan; Şêr (Berdirxan Elûş) û Mezlûm (Şêxmûs Elûş) Emîne Mihemed got:
“Şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe ya fedaî eşqa welat afirand.”