Salvegera 30. a şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş)

Îro Salvegera 30. an a şehadeta sembola azadî û berxwedanê Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan e. Jina bihêz û birûmet a ji Dersimê Ş. Bêrîtan ji tevahî cîhanê re nîşan da wê jina kurd li hember xeta îxanetê serî netewîne û teslîm nebe. Kurte-jiyana şoreşger û fermandara mezin Bêrîtan, di vê raporê de em nas bikin. 

Li welatê Rojê, warê xwedawendan, ewran xwe berdabûn geliyên kûr, zeriya bayîzê xwe berdabû dilê welat û ji goliya daran pel diweşiyan mîna xunavan serê sibahan.

Ev ewr bi rûkeniya Bêrîtanê tîrêjên hêviyan ji siberojê re ronî kir.

Bêrîtan bi nasnav Gulnaz Kerataş.

1971’an li Bogilan a Çewlîkê ji dayîk dibe.

Gulnaz dibistana seratayî, navîn û amadehî li El-Ezîzê dixwîne.

El-Ezîzê wê demê cihê başverûtî, Oldperestî û nûjatparastiya Tirkiyê bû.

1988’an zanîngeha Stenbolê beşa zanistên Aborî qezenc dike.

Elewiyên ku li El-Ezîz bûn, piştî derbaya faşîst a 12’Îlonê ji ber nasnameya xwe ya Olî hîn zêdetir rastî êrîş û çewsandinan hatin.

Ev jî dibe sedem ku dilsoziya Gulnaz ji tevgerên şoreşger di temenek ciwan de dest pê bike.

Ev navgîna bi nakok û aloz di kesayeta Gulnaz de taybetmendiyê berxwedanê ava dike.

1990’î beşdarî nava tevgera azadiya Kurdistanê dibe.

Lê ji bo xebatên rêxistinkirina gel, vedigere Tirkiyê û li Stenbolê dest bi kar dike.

Di demeke kin de fêrî zimanê Kurdî dibe û di nava gelê kurde tê hezkirin.

Piştî demekê ji xebatên gelêrî, di heman salê de di encama operasyoneke dewleta Tirk de li gel hin hevalê xwe, tê girtin.

Lê ji ber di êşkenceyê de tu tiştî li ser xwe nabêje, li berxwe dide û ji ber kêmbûna delîlan demekê di girtîgeha Bayram Paşa ya Stenbolê de tê hiştin û piştre tê berdan.

Lê têkoşîna Bêrîtanê li vir sînordar nema.

Li ser xeta Şehîd Bêrîtan jin dîrokeke nû dinivîsin

Bêrîtan di pêşvebirina artêşbûna jinê de, bû çavkaniya hêz û sûdwergirtinê.

Di sala 1992`yan de û di encama peymaneke di navbera dewleta Tirk, PDK ê ya bi armanca tunekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê de, dewleta Tirk dest bi operasyoneke leşkerî li dijî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê dike.

Bi hezeran hêzên PDK`ê tev li operasyonê dibin.

Bêrîtan îsrar dike ku tev li bersivdayîna vê oprasyonê bibe û bû yek ji gerîlayên ku ji bo şikenandina êrişên xayinên ku hevkariya dijin dikin li ber xwe dide.

Bêrîtan Hêvî ku li çiyayê Lêlkan a Xakûrkê li dijî hêzên noker şer dike û guleyên wê xilas dibe û ji aliyê pêşmergeyan ve tê dorpêç kirin û dixwaze teslim bibe.

Lê ew xeta berxwedan û rûmetê dihilbijêre.

Şehîd Bêrîtan 25’ê Cotmeha 1992’an, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir ji bo nekeve dest xwe di zinaran de avêt.

Ew dibe ji kevirên bingehîn a artêşbûna jinê û sembola berxwedanê

Bêrîtan felsefeya azadiya jinê, pîvanên jiyanê yên Rêber Ocalan temsîl kiriye.

Îro jî heman xeta berxwedan û qirkirinê li beramberî hev pêş dikevin.

Îro jî bi heman rihî li dijî xeta xiyanet û êrişên dagirkeriyê, li dijî teknîka herî pêşketî û çekên kimyawî gerilayen azadiya kurdistane pêşengiyê ji tevahi mirovatiyê re dikin.

Back to top button