Îsraîlê êrişê Filîstînê kir di encamê de 6 Filîstînî hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê şevê din êrişê bajarê Filîstînê Nablusê kir.
Di encamê de 6 kes hatin kuştin.
Serokatiya Filîstînê êriş weke sûcê şer binav kir.

Li herêma Rojavayê Filîstînê, şevê din navenda bajarê Nablusê û gundên Ramallah bûn armanca êrişeke dijwar a artêşa Îsraîlê.

Wezareta Tendirûstiyê ya Filîstînê ragihand ku ji ber êrişê 5 li Nablusê û kesek jî li gundekî Ramallahê jiyana xwe ji dest dan.

20 welatî jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku tevgera wan a leşkerî li dijî koma binavê “Erîn El Isûd” pêk hatiye.

Îsraîl vê komê weke berpirsiyarê êrişên dawî tawanbar dike.

Serokatiya Filîstînê bi daxuyaniyekê êrişa Îsraîlê weke sûcê şer binav kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lepid jî peyam da ku ew ê êrişên wan li dijî komên çekdar dewam bike.

Li gorî Ajansa Frans-Press di nava meha derbasbûyî de ji ber şer û êrişan,

29 Filîstînî û 2 leşkerên Îsraîlî hatine kuştin.

Back to top button