Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê JÎ jimara kesên bi Coronayê ketin 55 hezar derbas kir û derdora hezar û 200 kes jî mirine
Li gorî rayedarên Tirk di 24 saetên dawîn de 97 kes din ji ber vîrûsa Coronayê mirine û nêzî 5 hezar kesên din jî pê ketine.
Bi van daneyan re jî heya niha li giştî Tirkiyê, 57 hezar kes bi vîrûsê ketine û hezar û 198 jî mirine.