Wezîrê Hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu istîfa kir

Dewleta Tirk a dagirker ji aliyê aborî, civakî û tenduristiyê ve, krîzeke kur dijî. Ji ber wê jî, Desthilatdariya AKP-MHP’ê nema dikare dewletê bi rê ve bibe û êdî bi nakokiyên navxweyî re rû bi rû dimîne. Her çendî Wezîrê Hundir Soylu, sedema îstîfaya xwe bi îdiaya ku “li dijî vîrûsa Corona ji gel re nebûne bersiv” nîşan bide jî, lê CHP’ê ev îstîfa weke şanoyek pênase kir. 

Wezîrê Hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu ku ji sala 2016’an ve erkdar bû, bi bihaneya binketina welatê wî ya rûbirûbûna vîrûsa Coronayê, ji erkê xwe istîfa kir.

Soylu bi rêya twîttekê idîa kir ku “wan gelek gav di çarçoveya krîza Coronayê de avêtin, lê wan nikarîbû ji pêvajoyê re bibin berisv”.

Erdogan jî, der barê vê yekê de, daxuyaniyek da û diyar kir, “îstifaya Soylu nehatiye qebûlkirin”.

Muharem Înce: Li koşka Erdogan, şanoyek tê lîstin

Parlamenterê Partiya Komarî ya Tirkiyê (CHP) Mûharem Înce jî der barê heman mijarê de diyar kir ku “li Koşka Erdogan, şanoyek tê lîstin”.

Înce li ser hesabê xwe yê twîttirê nivîsî ku:

“Piştî gel daketin qadan û bertekên xwe anîn zimên, Soylu got: “Hemû kêmasî yê min in û ez îstîfa dikim. Niha jî îstîfa wî nehatiye qebûlkirin. Dêmek ev yek şano ye.”

kilicdaroglu: Soylu ji bo Erdogan ji têkçûyînê xelas bike, istîfa kir

Her wiha Serokê Partiya CHP’ê Kemal Kilicdaroglu jî diyar kir ku “Erdogan êdî nema dikare krîza dewletê bi rê ve bibe û li Tirkiyê her tişt di bin kontrola Erdogan de dimeşe.

Ji bo Erdogan ji vê krîzê jî xelas bibe jî, Soylu biryarek wisa da”.

Back to top button