Berpirsên balafirxaneya Qamişlo xebatên testkirinê asteng kirin

Îro tevî qedexeya tevgera çûn û hatinê, cara 4emîn hejmarek welatî bi riya balafirê ji Şamê gihaştin Qamişlo.Tîmên awarte yên tenduristiyê hewl dan ku derbasî balafirxaneya Qamişlo bibin da ku tenduristiya welatiyan li balafirxaneyê kontrol bikin.

Lê berpirsên balafirxaneyê ku di bin kontrola hikûmeta Şamê de ye, xebatê tîmê asteng kirin.Ji ber vê yekê endamên tîmê neçar man ji balafirxaneyê derkevin û li benda nêzî balafirxaneyê tenduristiya welatiyan kontrol bikin.

 

Îro di saetên piştî nîvro de beşa çaremîn a welatiyan ji paytexa Sûriyê Şamê gihişt balafirxaneya bajarê Qamişlo.

Ji bo kontrolkirina tenduristiya welatiyan tîmên awarte yên Şaneya Aloziyê yekser berê xwe da balafirxaneyê.

Ji bo ku rewşên revînê yên welatiyan çênebin, tîmên tenduristiyê hewl dan ku di hundirê balafirxaneyê de testê ji welatiyan re çêkin.

Lê berpirsên balafirxaneyê ku di bin kontrola hikûmeta Şamê de ye xebatên tîmê asteng kirin.

Ji ber vê yekê endamên tîmê neçar man ji balafirxaneyê derkevin û test li benda nêzî balafirxanyê temam bike.

7’ê Nîsanê jî beşek din a welatiyan gihiştibûn balafirxaneyê.

Bi desteka hêzên rejîmê, hin welatiyan xwe ji ber testê dan alî û bi riyên qaçax derbasî bajarê Qamişlo bûn.

Şaneya Aloziyê diyar kir ku derbarê kesên ji derveyê tên de koorînde di navbera wan û hikumeta Şamê de tune ye.

Li gorî agahiyan, hejmara kesên hatine derdora 100 kesî bû.

Beriya çend rojan Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêzîkatiyên hikûmeta Sûriyê yên revandina kesên ji derveyî tê û koordînekirina bi rêveberiyê re rexne kiribû.

Back to top button